Bi çekan li ajotvanê motorsîkletê xistin

17 November 2023 01:55 0 dîtin
Bi çekan li ajotvanê motorsîkletê xistin

PeyamaKurd – Li Diyarbekirê li navça Reza li taxa Selahaddînî Eyyûbî, kesê bi navê M.H.S. (30), dema li ser motorsîkleta xwe, di rê de diçû, kesekî an hinek kes bi sîlihê lê xistin. Gule li milên wî yên çepê û rastê ketin.

Birîndar M.H.S. ji ser motorsîkleta xwe ket erdê. Li ser aghadarkirina polîsan, polîs çûn ciyê bûyerê. Li ciyê bûyerê tîmên tenduristiyê mudaxele bi birîndar kirin û paşî bi ambûlansê birin nexweşxana dewletê ya Selahattin Eyyubi.

Lêpirsîna polîsan li ser bûyerê dewam dike.