Bobelata berfê bû sedema betalkirina 4 hezar seferên balafiran
PeyamaKurd – Li dewleta Amerîkayê li herêmên orta welat, bobelata berfê dewam dike. Ji ber bobelatê 4 hezar seferên balafiran hatin betalkirin û elektrîka 100 hezar kesî hat birîn.
Li gor ragihandina malpera FlightAware ya ku seferên hewayî dişopîne, ji 4 hezarî zêdetir sefer betal kirine û firtûna berfê bûye sedema çêbûna şertên talûkê yên çûnûhatê.
Bobelata berfê li orta-rojavayê Amerîkayê bandorê dike, baya zêde heye, erd cemed girtiye û dibe ku di elektrîkê de pirsgirêkên ciddî çêbibin.
Li gor rêxistina PowerOutage ê ku xizmetên giştî yên ji bo xelkê dişopîne, di sehera sibê de, li Texasê elektrîka 70 hezar kesî û li Arkansas ê elektrîka 25 hezar muşteriyan ji ber bobelata berfê hatiye birîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin