Li Kazakistanê bobelata lehiyê çêbû û 46 hezar kes hatin tehliyekirin
PeyamaKurd – Li welatê Kazakistanê ji meha Adarê û heya niha ji ber helandina berfê gelek caran lehî rabû û heya niha di bobelata lehiyê de 46.755 kes ji aliyê rêvebiriya dewletê de hatin tehliyekirin.
Lehî bêhtir li rojhilat, navend û bakûrê Kazakistanê rabû û hê jî dewam dike. Ji ber lehiyê tehliya mirovan jî dewam dike. Wezareta rewşa lezgîn ya Kazakistanê got ku li deverên Akmola, Aktobe, Atırav, Kostanay, Pavlodar û bakûrê Kazakistanê bi temamî 3 hezar û 171 xanî di bin avê de mane. Di daxwuyaniya wezaretê de hat gotin:
“14.589 ên wan zarok bi temamî 46.755 kes haitne tehliyekirin.759 ji wan zarok 2.062 kes bi helîkopteran hatin rizgarkirin. 60 hezar heywanên cotyaran hatine rizgarkirin. Ji 7 milyon m3an zêdetir av hatiye pompekirin.
Serokkomarê Kazakistanê Comerd Tokayev li ser bobelatê xîtabê milletê xwe kir û got:
“Ji kengê de ye me bobelatekî weha nediye. Di 80 salê borî de bobelata herî mezine. Me li deh deverên welat ji ber lehiyê rewşa lezgîn ragihand. Lêgerîn û rizgarkirina xelkê dewam dike. Rewş xetere lê bê hêvî nebin.
Em ê rewşê rast bikin lê tişta herî girîng ku em ber li mirinê bigrin. Hun ê ji desteka dewletê bêpar nemînin. Em ê her destekê bidin we û hun dê mexdûr nebin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin