Ji ber baran û lehiyê li Yemenê 6 hezar malbat ji ser warên rabûn

14 March 2024 00:20 0 dîtin
Ji ber baran û lehiyê li Yemenê 6 hezar malbat ji ser warên rabûn

PeyamaKurd – Li Yemenê li bajarê Maribê bi sedema baranê lehî rabû û di encamê de 6 hezar malbat ji ser cîh û warên xwe rabûn. Bi sedema perîşanbûna koçberan ji bo ciyê hewê û xwarinê banga alîkariyê hat kirin.

Li gor rapora hukumeta Yemenê; 204 kampên koçberan û Yemeniyên ku ji ser warên xwe rabûne, 6 hezar 495 malbat ji baran û lehiyê perîşan bûne.

Heya niha li ser rewşa heyî ya Yemenê rêxistin an dezge xwe nedane ber alîkariya ji bo 6 hezar malbatan.