Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li 3 hezar malbatên mexdûrên lehiyê alîkarî belav kir

26 December 2021 22:32 0 dîtin
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li 3 hezar malbatên mexdûrên lehiyê alîkarî belav kir

PeyamaKurd - Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) ragihand ku wan li 15 navçeyên cuda yên Hewlêrê li ser zêdetirî 3 hezar malbatên ji lehiya Hewlêrê ziyan dîtine re, pakêtên alîkariyê belav kirine.

Herwiha hat diyarkirin ku ev ji bo kesên di lehiyê de mexdûr bûne tenê alîkariya destpêkê ye û wê tazmînat jî bê dayîn.

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî îro 26ê Kanûna 2021ê di civîneke rojnamevanî ya li Hewlêrê de ragihand, alîkariyên ji bo malbatên ku di lehiya 17ê Kanûnê ya li Hewlêra paytext de mexdûr bûne hatine komkirin, bi pakêtan li mexdûran hatine belavkirin.

BCFê da zanîn, di pakêtên alîkariyê yên ku li 15 herêmên cuda yên paytextê hatine belavkirin de, xwarin, betanî, doşek, mafûr, neft, sobe, gaz û kelûpelên elektrîkî yên nav malê hebûn.

Di daxuyaniyê de navên rêxistinên ku alîkarî dane jî hatiye eşkere kirin û hatiye gotin; kompaniyên Barêz, Grûpa Geliyawe, Hemn Group, Kompaniya Lanaz, Kompaniya Darîn, Kompaniya Ala, Kompaniya Kar û Kurdmax alîkarî dane.

Herwiha Derzgeha Ruwange, Heyva Sor a Iraqê şaxa Hewlêr û Heyva Sor a Îmaratê û ji aliyên hikûmî jî Parêzgeha Hewlêrê, Parêzgeha Duhokê, Parêzgeha Enbarê, tîma Emmar Hekîm, Pasevanên Sînor, Îdareya Serbixwe ya Zaxo û Lawên Çamçelê alîkarî pêşkêş kirine.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî da zanîn, ev alîkarî tenê alîkariyên destpêkê ne ji bo wan kesên ku ji ber lehiyê zirar dîtine û destnîşan kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, sermayedar û hinek bank wê tazmînatê bidin zirarpêketiyên lehiya Hewlêrê.

Di encama lehiya 17ê Kanûnê ya li Hewlêr de,12 kesan can dabû û gelek mal, wesayît û cihên kar zirar dîtibûn.