Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî 5 hezar pakêtên alîkarîyê li malbatên Helbeceyê belav kir
PeyamaKurd - Ofîsa Silêmaniyê ya Dezgayê Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) di 33yemîn salvegera kîmyabarana Helebceyê de alîkarî li ser malbatên kêmderfet ên nav sînorê parêzgeha Helebceyê belav kir.
Berpirsê ofîsa Silêmaniyê yê Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî yê bi wekalet Kerîm Ebdulqadir ragihand ku îro 16ê Adarê Dezgaha Xêrxwaziya Barzanî bi alîkariya Heyva Sor a Îmaratê 5 hezar paketên xurekê li ser malbatên kêmderametên sînorê Helebcê belav kir.
Berpirsê BCFê diyar kir, navên wan malan ji aliyê rêxistinên fermî yên wek Komeleya Qurbaniyê Kîmyabarana Helebce, Rêxistina Kêmendamên Helebce û CSS a Helebce û aliyên îdarî yên parêzgeha Helebcê ve hatine vergirtin û îro wek kevneşopiyeke salane ew alîkarî hatin belav kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin