Parêzgarê Hewlêrê: Wê ji bo her malbateke ziyandîtiyên lehiyê 3 hezar dolar bê dayîn
PeyamaKurd - Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw îro Pêncşemê di civîneke rojnamevanî de hûrgiliyên qerebûkirina hemwelatiyên ziyandîtîyên lehiya hefteya borî eşkere kirin.
Xoşnaw da zanîn, li ser rênimayiyên serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barz anî îro civîna çawaniya qerebûkirina ziyandîtiyan birêve çû ye û wiha axivî: “Encamên dawiyê yên helsengandina ziyanên lehiyê ew e, ku nêzîkî 6 milyar dînar ziyan çêbûye û 591 malbatan ziyan dîtiye û ew dê ji bo pêdiviyên navmalê bên qerebû kirin û ji bo her yek wan malbatan 3 hezar dolar û ango çar milyon dînar nîv pere dê ji wan re bê dayîn.”
Xoşnav got: “149 otomobîlan ziyan dîtiye û ji bo qerebû kirina her otomobîlekî, qerebûkirina wan jî li gor ziyanan wek sê grubên A.B.C dê bê dabeş kirin. Herwiha 146 xanî ji ber dîwar û perjîn û derî û pencerêyên wan ziyan dîtine û dê xaniyên wan bên çêkirin.”
Umêd Xoşnaw bal kişand ser ku Taybet Zêrrîn City ku 79 xaniye, divê hilberînerê wê bixwe wan xaniyan bigre stûyê xwe, herwiha ji bo çêkirina dibistan û torên av û kanal û elektrîkê jî li gel cihên din ango tîmên din ên hikûmetê ew ê kar bikin ji bo çêkirina wan pirsgirêkan.
Parêzgerê Hewlêrê da zanîn: “Lijneya parêzgehê biryar daye her zêdegavî û rakirina kanala ava baranê hatibe kirin ew dê bên temam kirin û dibistanek jî dê li gundê Korî bê ava kirin.”
Umêd Xoşnaw, hewl û dûvçûnên cîdî yên serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo qerebû kirina ziyandîtiyên lehiyê bilind nirxand û got: “Eger piştevaniya rasterast a birêz Mesrûr Barzanî neba, me nedikarî hevkariya ziyanberketiyên lehiyê bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin