Parêzgarê Hewlêrê: Di proseya qerebûkirina mexdûrên lehiyê de em gihîstin roja dawî

29 December 2021 18:35 0 dîtin
Parêzgarê Hewlêrê: Di proseya qerebûkirina mexdûrên lehiyê de em gihîstin roja dawî

PeyamaKurd - Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw eşkere kir, zêdetirî 4 milyar dînar ji bo ziyandîtiyên lehiya Hewlêrê hatiye berhevkirin û da zanîn ew ji bo proseya qerebûkirina mexdûrên lehiyê gihîştine roja dawî.

Umêd Xoşnaw di civîneke rojnamevanî de li ser proseya qerebûkirina ziyandîtiyên lehiyê got: “1026 otomobîlan zirar dîtine, ji bilî xizmetguzariyên giştî yên rê û ban û torên av û avrê, torên elektrîkê û dibistanan zirareke mezin dîtine.”

Parêzgarê Hewlêrê herwiha diyar kir; pereyên ku ji bo mexdûrên lehiyê hatine berhevkirin bi giştî dike 4 milyar û 460 milyon dînar û eşkere kir; “Ji vî pereyê ku hatiye berhevkirin, 3 milyar dînar ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatiye dabînkirin, 500 milyon dînar ji aliyê Serokatiya Dîwana Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê ve hatiye dabînkirin, herwiha beşek ji alîkariyan jî ji hêla kompanya û kesayetên diyar hatiye pêşkêşkirin.”

Xoşnaw destnîşan kir: “Ji bo temamkirina alîkariyê, cenabê Serokwezîr milyarek û 393 milyar dînar dabîn kir û niha em di roja dawî ya qerebûkirinê de ne.”