Li Siwêdayê sindoqên hilbijartinên Sûriyê hatin sewitandin

15 July 2024 17:06 0 dîtin
Li Siwêdayê sindoqên hilbijartinên Sûriyê hatin sewitandin

PeyamaKurd - Di xwepêşandanên parêzgeha Siwêda ya li başûrê Sûriyê de, lidarxistina hilbijartinên Meclisa Gel ya hikûmeta Sûriyê hate protestokirin û sindoqên dengdanê jî hatin şewitandin.

Hate ragihandin ku şeva borî xwepêşanderan li bajarên Qeriya û Welxa yên parêzgeha Siwêdayê dest danîn ser sindoqên hilbijartinan ên Meclisa Gel ya Hikûmetê.

Malpera Siwêda 24 daye xuyakirin, xwepêşanderan belge û sindoqên dengdanê şewitandin ku ji bo lidarxistina hilbijartinên Meclisa Gel ya hikûmetê hatibûn amade kirin.

Herwiha li gundewarên Siwêdayê jî tevgera çalakvanên nerazî bi belavkirina posteran daxwaza beşdarnebûna welatiyan di hilbijartinên Meclisa Gel de kirin, ku hilbijartinan rewa nabînin.