Navên 3 namzetan ji bo hilbijartinên serokatiya Sûriyê hatin pesendkirin
PeyamaKurd – Navên 3 namzetan, ji bo hilbijartinên serokatiya Sûriyê hatin pesendkirin.
Dadgeha Destûrî ya Sûriyê, namzetiya serokê niha yê Sûriyê Beşar Esed, Mehmûd Ehmed Merhî û Ebdullah Selûm Ebdullah pejirand û hilbijartinên serokatiyê dê bi rikeberiya di navbera wan hersê kesan de birêve biçe.
Dadgeha Destûrî ya Sûriyê, daxwazên 48 kesên din ji bo namzetiya di hilbijartinên serokatiya Sûriyê red kir. Di nava wan kesan de 7 namzetên jin jî hene, ku namzetiya tu jinekê ji aliyê Dadgeha Destûrî ya Sûriyê ve nehatiye qebûlkirin.
Herwiha, kesên ku namzetiya wan hatiye redkirin, dikarin ji sibe Sêşemê 4ê Gulanê ve heta sê rojan îtîrazê li biryarê bikin.
Ji bo hilbijartinên serokatiya Sûriyê ku biryar e di 26ê Gulana ê lidarxistin, 51 kesan xwe kiribûn namzet û navên xwe dabûn Parlamentoya Sûriyê anku Meclisa Gel û pişt re Parlamentoyê navê wan kesan ji Dadgeha Destûrî ya welat re şandibû.
Ji bo Sûriyên li derveyî welat, dê 20ê Gulanê sindoq bên danîn û beşdariyê di hilbijartinan de bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin