MSD: Em besdarî hilbijartinên serokatiya Sûriyê yên nerewa nabin

24 May 2021 13:00 0 dîtin
MSD: Em besdarî hilbijartinên serokatiya Sûriyê yên nerewa nabin

PeyamaKurd – Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) beşdarî hilbijartinên serokatiya Sûriyê yên ‘nerewa’ nabin.

MSDê da zanîn, ti têkiliya wan bi van hilbijartinên nerewa û berovajî biryara navdewletî ya jimar 2254 tune ye.

MSDê herwiha diyar kir, Hikûmeta Şamê û opozisyon, ji hemû sûcên derheqê gelê Sûrî û astengkirina guftûgoyên çareya siyasî de, berpirs in.

MSD’ê eşkere kir: “Berî çareseriya siyasî, berdana girtiyan, vegera koçber û penaberan, danîna bingehine nû bo avakirina siyaseteke bêzordestî, her wiha naskirina mafên hemû pêkhateyên Sûriyê, em ti hilbijartinan nas nakin û dê beşdarî wan nebin.”