Hilbijartinên Serokatiya Sûriyê îro birêve diçin
PeyamaKurd – Hilbijartinên Serokatiya Sûriyê, li herêmên di bin kontrola rêjîmê de îro destpê dike. Beşar Esed û du namzetên din, berbijarên hilbijartinan in.
Proseya dengdanê îro ji saet 7ê sibê û heta 19:00an wê berdewam bike. Li gor Wezareta Navxwe ya Sûriyê, 18 milyon welatiyan mafê wan ê dengdanê heye.
Hilbijartinên Serokatiya Sûriyê li Rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser û herêmên di destê çekdarên opozîsyona Sûriyê de nayên kirin. Li bajarê Heseke û Qamişlo jî tenê li çargoşeyên ewlehiyê yên di destê rêjîmê de ne, sindoqên dengdanê tên danîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin