Li Swêd hilbijartinên gistî birêve diçin
PeyamaKurd – Li welatê Swêd ku hejmarek zêde Kurd jî lê dijîn, îro Yekşemê 11ê Îlonê hilbijartinên giştî yên parlamento û herêmî birêve diçin.
Hilbijêrên Swêdî ji demjimêr 08.00 ve ji bo dengdanê diçin ser sindoqan ku biryare li demjimêr 20.00 proseya dengdanê bidawî bibe.
Wê li gorî encamên vê hilbijartinê hikûmeta nû ya 4 salan welat birêve bibe û serokên şaredariyan werin hilbijartin.
Welatê Swêd di demeke ku proseya endamtiya NATOyê daye destpêkirin de diçe ser sindoqan ku Tirkiye bi hincetên piştevaniya terorê ango PKK û FETOyê astengiyan jê re derdixe.
Di rewşeke wiha de, li gorî rapirsiyên dawî Partiya Demokratên Swêdê ya rastgir bihêz bûye û dibe rastgir ji Sosyal Demokratan zêdetir deng werbigirin.
Li gorî rapirsiyeke dawî ya berî dengdanê Partiya Sosyal Demokrat û partiyên çep ên din %51ê dengan û Partiya Demokratên Swêdê û partiyên rastgir ên din jî %49ê dengan bi dest dixin ku rêjeya dengan gelekî nêzîkî hev derketiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin