Li Ermenistanê hilbijartinên gistî birêve diçin

20 June 2021 10:38 0 dîtin
Li Ermenistanê hilbijartinên gistî birêve diçin

PeyamaKurd - Li Ermenistanê îro 20ê Hezîranê hilbijartinên giştî yên pêşwext têne kirin û 21 partiyên siyasî hevrikiyê li ser bidesxistina 101 kursiyan dikin.

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan piştî şerê Qerebaxê neçar mabû 25ê Nîsanê dest ji kar berde û hilbijartinên pêşwext ragihîne.

Di hilbijartinan de, çar hevpeymanî û 21 partiyên siyasî hevrikiyê ji bo 101 kursiyên parlamentoyê dikin û aliyê 50+1ê kursiyan bidest bixe, heta pênc salên din wê hikmê birêve bibe. Li Ermenistanê mafê dengdanê yê 2.6 milyon welatiyan heye.