Hilbijartinên Sûriyê bê besdariya Kurdan û besek mezin ji gelê sûrî birêve diçin
PeyamaKurd - Hilbijartinên Encûmena Gel a Sûriyê (Parleman) îro 19ê Tîrmehê bêyî beşdariya Kurdan û beşek mezin ji herêmên Sûriyê birêve diçin.
Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê tekez kir ku ew li navçeyên di bin kontrola xwe de, nahêlin sindoqên dengdanê bên danîn.
Berdevkê Rêveberiya Xweser Luqman Ehmê di civîneke rojnamevanî de ragihand ku ti wateya van hilbijartinan nîn e û ti sindoqên hilbijartinan li herêmên Rêveberiya Xweser nayên danîn.
Luqman Ehmê got: “Di derbarê çargoşeya ewlehiyê ya li Qamişlo de, ew di bin destê rêjîma Sûriyê de ye, rewşa wê jî girêdayî rêjîmê ye.”
Herwiha Endamê Serokatiya ENKSê Feysel Yûsif beriya niha ragihandibû ku encamdana van hilbijartinan, krîza Sûriyê kûrtir dike û ti pirsgirêkekê çareser nake.
Hilbijartinên Encûmena Gel ên Sûriyê îro li navçeyên di bin kontrola rêjîma Sûriyê de, birêve diçin û 1656 kandîd ji bo 250 kursiyên parlemanê rikaberiya hev dikin.
Li gor zanyariyan, 7277 navendên dengdanê li hemû parêzgeha hatine vekirin. Serokê Komîta Dadwerî ya Hilbijartinan Êlî Mîro jî diyar kir, li Heseke û Qamişlo û li gundewarên wan, 149 navendên dengdanê hatine vekirin.
Rêjîma Sûriyê van hilbijartinan wek rikberiyekê ji civaka navdewletî re dike, ku li gor biryarên Encûmena Asayişa Navdewletî, daxuyaniya Cenevê û biryara 2254, pêwîst bû dest bi proseya çareserkirina siyasî hatiba kirin, destûreke nû bê danîn û li gor wê destûrê hilbijartin bên kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin