Sûriye | 19ê Tîrmehê hilbijartinên parlamentoyê birêve diçin
PeyamaKurd – Hat rgihandin ku hikûmeta Sûriyê biryar daye di 19ê Tîrmehê (vê mehê) de hilbijartinên Encûmena Gel (Parlamento) li dar bixe.
Beriya niha jî biryar hatibû dayîn hilbijartinê 13ê Nîsana 2020an werin encamdan, lê belê ew hilbijartin hatibûn bipaşxistin.
Hilbijartinên parlamentoya Sûriyê di demeke ku şer û alozî berdewam e û hejmarek mezin ji herêmên Sûriyê ne di bin kontrola hikûmetê de ne, tê kirin ku beşdariya bo dengdanê jî cihê gumanê ye.
Li Sûriyê 15 navendên hilbijartin bê encamdan hene ku ew jî li ser 14 parêzgehan hatine dabeşkirin. Herwiha biryar e hilbijartin li 7 hezar û 313 navendan li ser asta navendên hilbijartinê werin encamdan.
Ji bo 250 parlamentaran 2 hezar û 100 namzedan navê xwe daye Komîteya Bilind a Dadgehê ya Hilbijartinên Sûriyê.
Li gorî sîstema rejîma Sûriyê wê 187 palemanter ji pişka Partiya Beis û hevpeymanên wê bin û 63 endamên din ên parlamenê jî serbixwe bin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin