Îsraîlê qebûl kir ku sala 2007an êrisî Sûriyê kiriye

21 March 2018 17:08 0 dîtin
Îsraîlê qebûl kir ku sala 2007an êrisî Sûriyê kiriye

PeyamaKurd - Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan di sala 2007an de li Sûriyeyê bi êrişa asîmanî li çepera ku zen dikirin reaktora nukleerî ye xistine.

Artêşa Îsraîlê ji bo êrişa asîmanî ya li ser Sûriyeyê ku di 6ê îlona sala 2007an de hatibû lidarxistin agahî da raya giştî.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku 8 balafirên F-15 bi awayekî pir veşartî êrişa asîmanî birin ser tesîseke herêma Dêrazorê ya bi qasî 450 kîlometre li bakurê rojhilatê Şamê dikeve.

Hat destnîşankirin ku karê tesîsa ku hat berterefkirin sal bi sal zêde dibû û dihat payîn ku di sala 2007an de êdî li tesîsê xebat bên kirin. 

Artêşa Îsraîlê di dawiya sala 2004an de der barê vê tesîsa li Dêrazorê dihat avakirin de ji pisporên biyanî yên ku di pêşvebirina tesîsê de kar kirine, agahî berhev kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Sûriye ji bo çêkirina madeya plutonyumê tesîs ava kiriye û di vê mijarê da jî Koreya Bakur piştgirî daye wê.