Îranê, Pentagon û artêsa Amerîkayê weke rêxistinên terorîstî nas kir

07 January 2020 12:20 0 dîtin
Îranê, Pentagon û artêsa Amerîkayê weke rêxistinên terorîstî nas kir

PeyamaKurd- Parlamentoya Îranê Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) û artêşa Amerîkayê wek rêxistinên terorîstî nas kir.

Parlamentoya Îranê îro Sêşemê (07.01.2020) Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) û artêşa Amerîkayê (U.S Army) wek "rêxistinên terorîstî" nas kir

Fermandarê Supaya Quds a Supaya Pasdaran a Îranê Qasim Sulêymanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendis û çend kesên din, roja Înê 3ê çileya 2020 di êrîşeke Amerîkayê de li nêzîk Balafirxaneya Bexdayê hatibûn kuştin.

Ev biryar 4 rojan piştî kuştina Fermandarê Supaya Quds a Îranê yê berê Qasim Sulêymanî ve tê, ku 3yê vê mehê di êrîşeke Amerîkayê de li Bexdayê hatibû kuştin.