Rayedarê bilind ê Pentagonê: 'Hê jî pêwendiyên HSDê û artêsa Amerîkayê bihêz in'
PeyamaKurd – Rayedarekî payebilind ji wezareta berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku ew dixwazin hevkariya têkoşîna dijî terora DAIŞê bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re berdewam bikin.
Li gorî nûçeya AFPê rayedarê Amerîkî gotiye, "Li bakurê Sûriyê hêzên me nebin jî emê berdewamkirina hevkariya bi HSDê re binirxînin.”
Rayedarê Pentagonê daye zanîn, muhtemel e ku dê hêzên Amerîkî li baregeha El Tanfê bimînin û got, “HSD şirîkeke girîng bû. Bi ya min wan îşaret pê da ku ew amade ne şerê dijî DAIŞê berdewam bikin. Bawer dikim emê li ser çawaniya berdewamkirina hevkariya bi HSDê re biaxivin.”
Wî rayedarî herwiha li ser şikestina baweriya Kurdan bo Amerîkayê jî gotiye, “Hê jî pêwendiyên HSDê û Amerîkayê bihêz in. Em di danîna pêwendiyên asta bilind de berdewam in. Bi artêşa Amerîkayê re girêdanên wan ên bihêz hene. Difikirim ku emê vê têkiliyê berdewam bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin