Hat îdiakirin ku rayedarê payebilind Afîfî miriye: Hîzbullahê daxuyanî da

17 November 2024 21:28 0 dîtin
Hat îdiakirin ku rayedarê payebilind Afîfî miriye: Hîzbullahê daxuyanî da

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Berpirsiyarê Têkiliyên Çapemeniyê yê Hîzbullahê Muhammed Afîfî di êrîşa hewayî ya Îsraîlê ya li ser navenda Beyrûta paytexta Lubnanê de jiyana xwe ji dest da.

Cîgira Pêwendiyên Çapemeniyê ya Heşda Şeibî Rana Sahlî di daxuyaniya xwe de ragihandiye, di êrişa Îsraîlê ya ser buroya ragihandinê ya Heşda Şeibî de Muhammed Afîf ligel hevalên xwe jiyana xwe ji dest da. Sahli diyar kir ku bûyer li herêma Ras en-Neba ya Beyrûdê qewimî.

Rana Sahli got, “Heta niha cenazeyê Muhammed Afîf ji binê xirbeyan nehatiye derxistin. Di êrîşê de bi giştî 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.”

Di têkiliyên çapemeniyê de kesayeta sereke ya Hizbullahê ye

Mihemed Afîf ku ji sala 2014an ve Berpirsê Pêwendiyên Çapemeniya Hizbullahê ye, weke berpirsê herî bilind ê çalakiyên medyayî yên tevgera Şîe li Lubnanê dihat naskirin. Ew weke kesayetiyek girîng dihat naskirin ku di dema desthilatdariya xwe de stratejiya medyayî ya Hizbullahê bi rê ve bir.

Afîf beriya vê wezîfeyê di televîzyona El Manar a girêdayî Hizbullahê de dixebitî û di heman demê de şêwirmendê çapemeniyê yê serokê Hîzbullahê Hesen Nasrallah ê ku di êrîşa 27ê Cotmehê ya ji aliyê Îsraîlê ve hat kirin de jiyana xwe ji dest da bû.

Arteşa Îsraile di 10ê Cotmehê de li navenda Beyrûtê li herema Ras en-Naba û El-Basta du êrîşên esmanî kirin.