Rayedarê payebilind ê Hemasê: Ez li bendê me ku heta 1-2 rojan agirbest were ragihandin
PeyamaKurd – Civata navneteweyî, ji bo agirbesta Îsraîl û Filistînê hewldanên xwe didomînin. Di derbarê agirbestê de, rayedarê payebilind ê Hemasê Musa Ebu Marzuk li Lubnanê bi Al – Mayadeen re, ku wek kanaleke nêzî Hîzbulahê tê zanîn, axifî û diyar kir, ew ê hewildanên bo agirbestê bi ser kevin.
Marzuk da zanîn: ‘‘Ez li bendê me ku heta 1-2 rojan agirbest were ragihandin ku ew dê ser bingeheke lihevkirinê çêbe.’’
Hin rayedarên ewlekariyê yên ji Misir jî dibêjin, Îsraîl û Filistînê ji bo agirbestê li hev kirine û ew ser hûrgiliyan danûstandinan dikin.
Pevçûnên dawî yên Îsraîl û Filistînê di 10ê Gulanê de destpê kiribûn.
Karbidestên Filistînê dibêjin ku di pevçûnan de 228 kes hatine kuştin û berpirsên Îsraîlê jî diyar dikin ku bi êrîşên moşekî, 12 welatiyan can dane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin