Îsraîlê li Lubnanê payebilindê Hemasê kust

13 March 2024 15:59 0 dîtin
Îsraîlê li Lubnanê payebilindê Hemasê kust

PeyamaKurd - Hate angaştin ku di hêrişeke artêşa Îsraîlê ya li Lubnanê ya li dijî otomobêlekê de yek jê payebilindekî Hemasê 2 kes mirine.

Li gor agahiyan frokeyeke bêmirov a artêşa Îsraîlê li Tireya Lubnanê hêrişî otomobêlekê kir û di encama hêrişê de berpirsê Hamasê Hadî Mistefa û kesekî din ku navê wî nehatiye diyarkirin hatine kuştin.

Hate ragihandin ku kesekî din ku bi motorsîkletê li nêzîkî otomobêla ku bû şêla frokeya Îsraîlê jî di hêrişê de birîndar bûye.

Di derbarê hêrişa Îsraîlê de rêxistina Hemasê jî daxuyaniyekê belav kir. Hemasê di daxuyaniya xwe de ragihand ku di encama hêrişê de berpirsê payebilind ê kampa Reşîdiye yê Hemasê Hadî Reşîd hatiye kuştin.

"Êrîş dê ji KENYê re bê ragihandin"

Di derbarê hêrişê de hikûmeta Lubnanê jî daxiyaniyekê belav kir.

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Lubnanê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku wê Lubnan vê hêrişê ji bo lêpirsînê ji Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) re bişîne.

Wezaretê diyar kir ku hêrişên Îsraîlê her ku diçe tundtir dibin û di encama van hêrişan de gelek sivîlên bêguneh têne kuştin û birîndarkirin.

 Di daxuyaniya wezareta Lubnanê de wiha hate gotin: "Bi taybetî sedemên ku em pê hêrs dibin ev in ku ev hêriş li deverên dûrî sînorên başûrê Lubnanê diqewimin. Ev yek daxwaza Îsraîlê ya gurkirin û belavkirina li tevahiya herêmê ya şer nîşan dide."