Îsraîl: Rayedarê Hamasê yê di asta bilind de Izzeddin Kassab hat kustin
PeyamaKurd – Îsraîlê ragihandibû ku rayedarê Hamasê yê di asta bilind de İzzeddin Kassab hat kuştin. Niha rêxistina Hamsê kuştina Izzeddin Kassab piştrast kir û got k udi êrîşa ser Xezayê de hatiye kuştin.
Hêzên Bergiriya Îsraîlê (IDF) îro ragihand ku li başûrê Xezayê li bajarê Xan Yunisê, di êrîşê de İzzeddin Kassab hatiye kuştin. Di daxwyaniya IDFê de hat gotin ku Kassab kesekî girîn yê Hamasê ye û berpirsê têkiliyên stratejîk yê bi grûbên din re ye.
IDF, ragihand ku bi Kassab re, cîgirê wî Ayman Ayeş jî di heman êrîşê de hatiye kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin