Artêsa Îsraîlê di asta hisyariya bilind de ye!

13 August 2024 08:59 0 dîtin
Artêsa Îsraîlê di asta hisyariya bilind de ye!

PeyamaKurd – Rojnameya Wall Street Journal (WSJ) îdia kir ku artêşa Îsraîlê piştî çavdêriya amadekariyên tolhildanê yên Îranê û Tevgera Hizbullahê li Lubnanê, di vê mehê de cara yekem di asta hişyariya bilind de ye.

Nêzîkî du hefte ye ku Îsraîl li benda êrîşeke Îranê ye li hember kuştina Serokê Buroya Siyasî ya Hamasê Îsmaîl Heniyye li Tehranê.

Di nûçeya WSJê de li ser çavkaniyekê ku di derbarê mijarê de haydar e, hat ragihandin ku Îsraîl di meha Tebaxê de piştî çavdêrîkirina amadekariyên dijî êrîşan ên Îran û Hîzbullahê, cara ewil di asta hişyariya bilind de ye.

Televîzyona dewleta Îsraîlî KAN ragihand ku Îsraîl ji êrîşa ku Îranê di meha Nîsanê de pêk anîbû mezintir amadekariyê dike.

Serokê Buroya Siyasî ya Hamasê Heniyye di 31ê Tîrmehê de li Tehrana paytexta Îranê hat kuştin.

Îran û Hamasê diyar kirin ku Îsraîl li pişt êrîşê ye û Tehranê jî diyar kir ku ew ê bersiva rêveberiya Tel Avîvê bidin.