Di artêsa Îsraîlê de tayînkirinên payebilind hatin kirin
PeyamaKurd — Artêşa Îsraîlê ragihand ku di serî de Serokê Rêveberiya Îstixbarata Leşkerî (AMAN) jî di nav de gelek tayînkirinên nû hatine pesendkirin.
Daxuyaniya artêşê ya derbarê mijarê de di platforma X ya radyoya artêşê de hat weşandin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Tûggeneral Shlomi Binder ji bo Serokatiya AMANê hat tayînkirin û Tûggeneral Avî Ballut jî li şûna Sererkan Orgeneral Yehuda Fuchs bû Fermandarê Biryargeha Navendî. Herwiha li şûna Orgeneral Uri Gordin, Tûggeneral Dan Goldfus wek Fermandariya Hêzên Bakur hat tayînkirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku wezîfeyên din ên di fermandariya artêşê de wê di mehên pêş de gav bi gav bên kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin