Senotara jin namzediya xwe ya seroktiya Amerîkayê ragihand
PeyamaKurd - Senatora Demokrat a jin Amy Klobucher ji bo hilbijartina serokatîya Amerîkayê ya sala 2020an namzedbûna xwe ragihand.
Klobuchar 58 salî ye û sê caran ji Minnesotayê bûye senator. Klobucharê namzedbûna xwe ya hilbijartinên seroktiyê bi mîtîngeke li Minnesotayê eşkere kir
Ji bilî Klobuchar ji Partîya Demokrat heta niha Cory Booker, Kamala Harris û Elizabeth Warren jî namzediya xwe bo hilbijartinên seroktiyê ragihandine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin