Saredara Parîsê Hîdalgo namzediya xwe ya hilbijartinên seroktiya Fransayê ragihand
PeyamaKurd – Şaredara paytexta Fransa Parîsê Anne Hidalgo, îro 12ê Îlonê Yekşemê ragihand ku ew ê di hilbijartinên serokatiyê yên 2022yan wek sosyalîst bibe namzed,
Hidalgo ya 62 salî li barajê Rouen yê Normandyê namzedbûna xwe ya bo hilbijartinan ragihand û got: “Ji ber ku em rijdbûna vê demê dizanin û ji bo ku hêviyê bidin jiyana xwe, min biryar daye ku xwe ji bo seroktîya Fransa bikim kandîd.”
Hidalgo yekem jin bû di sala 2014an de seroktîya şaredariya paytexta Fransayê bi dest xistiye û di nav çend siyasemedarên kêm yên baskê çep de ye, lê belê li hember Serokê niha yê Fransayê Emmanuel Macron zêde şansê wê kêm tê dîtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin