Saredara Parîsê ji bo Barzanî: “Ciyê Kurdistanê di dilê Fransizan de taybet e”

17 February 2023 02:21 0 dîtin
Saredara Parîsê ji bo Barzanî: “Ciyê Kurdistanê di dilê Fransizan de taybet e”

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Fransayê seredana şaredara Parîsê Anne Hidalgo kir. Hidalgo di hevdîtina bi Mesrûr Barzanî re de ragihand ku bi seredana Mesrûr Barzanî gelek dilxweşe û got:

“Ciyê Kurdistanê di dilê Fransizan de taybet e.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî ragihand ku Fransa di wexta herî zor de gihaye Kurdan, alîkariya ku Fransayê kiriye ji bo Kurdan gelek bi qiymete û bi sedema ku şaredariya Parîsê şaredariya Hewlêrê weka bira qebûl kiriye, sipasiya şaredariya Parîsê kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ewilî bi serokê Fransayê re li Qesra Elysee bi Emmanuel Macron re û paşî bi serokê Senatoya Fransayê bi Gerard Larcher re hevdîtin kiribû.