Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî giha Parîsê
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo seredanên fermî giha payîtexta Fransa Parîsê. Nêçîrvan Barzanî wê sibê bi serokê Fransayê bi Emmanuel Macron re hevdîtin bike.
Koşka Elysee ya serokatiya Fransayê di daxwuyaniya xwe de ragihand ku wê serokê Fransayê Emmanuel Macron di 3yê Mijdarê de seet di 11.00an de bi serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re bicive.
Wê di hevdîtinê de, li ser têkiliyên navbera Fransa û Herêma Kurdistanê û Fransa û Iraqê rawestin. Wê rewşa heyî ya herêmê bi nirxînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin