Saredara Parîsê Anne Hidalgo û Kendal Nezan serdana cihê êrîsê kirin
PeyamaKurd - Şaredara Parîsê Anne Hîdalgo û Serokê Enstîtuya Kurd a Parîsê Kendal Nezan serdana Navenda Çanda Ahmet Kaya ya ku rastî êrîşê hatibû û 3 Kurd hatibûn qetilkirin kirin.
Şaredara Parîsê Hîdalgo ku digel şandeke Encûmena Parîsê çû serdana cihê êrîşê diyar kir: “Em dixwazin keda Kurdên ku ji bo me şer kirine, bê naskirin.”
Anne Hîdalgo di serdanê de sersaxî ji bo Kurdan xwest û wiha axivî: “Êşa we êşa me ye. Em bi we re ne, ji we hez dikin û xwedî li we derdikevin. Ez weke Şaredara Parîsê dizanim ku cesareta Kurdan û berxwedana wan, ji bo me gelek girîng e. Jin û mêrên Kurd li dijî DAÎŞê şer kirin. Em dizanin ku DAÎŞê li Parîsê gef li me xwar. Kurd aştî, yekîtî û azadiyê diparêzin. Nirxên ku ew diparêzin, nirxên ku em diparêzin e. Di vê wateyê de komkujiya ku qewimî ye, nayê qebûlkirin. Em dixwazin keda Kurdên ku ji bo me şer kirine û mîna me difikirin, bê naskirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin