Saredara Parîsê ji bo jiyandina navê Jîna Emînî pêsniyar kir: ‘Em ê ti carî nedin jibîrkirin’

07 October 2022 20:38 0 dîtin
Saredara Parîsê ji bo jiyandina navê Jîna Emînî pêsniyar kir: ‘Em ê ti carî nedin jibîrkirin’

PeyamaKurd – Şaredara bajarê Parîs ê Fransayê, dosta Kurdan Anna Hidalgo ji bo navê keça Kurd Jîna Emînî ku ji aliyê polîsê exleqê yê Îranê ve hatibû kuştin, bide jiyandin kete tevgerê.

Li gorî ragihandina Ajansa Nûçeyan a Alman DPAyê, li demeke ku protestoyên piştî kuştina Jîna Emînî zêdetirî 20 roj in li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê dewam dikin, Şaredara Parîsê  Hidalgo jî ji bo piştevaniya xwepêşanderan kete tevgerê.

Hidalgo, ragihandiye ku ew dê hemwelatîbûna Fransayê bidin Jîna Emînî (Mehsa Aminî) ya hatiye qetilkirin û bi vî awayî piştevaniyeke rûmetê bidin xwepêşanderên ku jiyana xwe xistine xetereyê.

Herwiha Hidalgo gotiye, ew dê ji bo navê Jîna Emînî bidin herêmeke paytextê (Parîs) jî pêşniyarê bike daku ti carî Emînî neyê jibîrkirin.

Şaredara Parîsê destnîşan kiriye ku dê rêveberiya Parîsê her tim li kêleka jinên ku ji bo maf û azadiyên xwe têdikoşin cî bigire.