Navê 'Jîna Emînî' li kolaneke Vîyenayê hat danîn
PeyamaKurd – Şaredariya bajarê Vîyena yê paytexta Awistiryayê ragihand ku navê kolaneke Ortîş a Vîyenayê ‘Jîna Emînî’ hatiye danîn û mebest jî piştevaniya serhildana seranserê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ye.
Endama Partiya Sosyal Demokrat a Ortîşê ku Şêwirmendê Şaredarê Vîyenayê ye, Marîna Hankê ragihand ku bi armanca piştevanîya ji şoreşa Jînayê daku navê keça Kurd “Jîna Emînî” her tim bê jiyandin, navê wê li ser kolaneke bajar hatiye danîn.
Piştî kuştina keça 22 salî ya Kurd Jîna Emînî, bi destê hêzên Îranê, li gelek walatên cîhanê navê Jîna Emînî li ser kolan, navend û avahiyan hatiye danîn.
Li welatên “Belçîka, Fransa û Kanada” navê Jîna Emînî li ser çend kolan û avahiyan hatiye danîn danîne û şaredariya bajarê Otawa ya paytexta Kanadayê jî, biryar daye ku navê Jîna Emînî li ser hin kolanên nêzîkî balyozxaneya Îranê were danîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin