Navê Jîna Emînî li Baxçeyê Villemin li navçeya 10. ê Parîsê hat dayîn
PeyamaKurd – Jina Mahsa Emînî ya 22 salî ya ji Rojhilatê Kurdistanê ku di 13’ê Îlona 2022’an de li paytexta Îranê Tehranê ji aliyê pasdarên Îrşad ên bi navê ‘polîsên exlaqî’ ve hatibû binçavkirin, di encama tundiya ku dîtibû jiyana xwe ji dest da. navê wê li Baxçeyê Villemin li navçeya 10. a Parîsê hat dayîn.
Kuştina Jîna Mahsa Emînî ya 22 salî ya ji Rojhilatê Kurdistanê di girtîgehê de li hemû parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û herwiha li seranserê cîhanê bû sedema xwepêşandanên mezin. Hat destnîşankirin ku nav li Baxçeyê Vîlemîn a li Taxa 10. a Parîsê ji bo bîranîna Jîna Mahsa Emînî hatiye dayîn.
Şaredara Parîsê Anne Hidalgo di daxuyaniya xwe ya li ser Twitterê de diyar kir ku navê Baxçeyê Villemin ê li Taxa 10. ji bo bîranîna qehremana berxwedana Îranê û welatiya rûmetê ya Parîsê Mahsa Jîna Emînî û navê Baxçeyê Villemin ê li Taxa 10. Parîs wê her tim heq bike û diyar kir, ew ê li cem jinên cîhanê yên ji bo azadiya xwe têdikoşin bin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin