Serokwezîrê hikûmeta veguhêz namzediya xwe ya hilbijartinên seroktiya Libyayê ragihand
PeyamaKurd – Serokwezîrê Hikûmeta Yekîtiya Netewî ya Libyayê Ebdulhemîd Dibeybe, ji bo hilbijartinên 24ê Kanûna 2021ê serlêdana namzediyê kir.
Hat ragihandin ku Dibeybe bi xwe çûye Komîsyona Bilind a Hilbijartinan û serlêdana bo hilbijartinên seroktiyê kiriye.
Dibeybe dema serlêdanê ragihandiye ku wê ji niha pê de li Libyayê şer çênebe û bibe dewleteke serwer a hevgirtî.
Hêjayî gotinê ye, Fermandarê artêşa niştîmanî ya Lîbyayê Xelîfe Hefter jî hefteya borî namzediya xwe ya bo hilbijartinên seroktiyê eşkere kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin