Serokwezîrê hikûmeta veguhêz a Iraqê diyar bû: Sibe tê ragihandin

15 March 2020 23:44 0 dîtin
Serokwezîrê hikûmeta veguhêz a Iraqê diyar bû: Sibe tê ragihandin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro Yekşemê Serokomariya Iraqê daye xuyakirin ku li ser serokwezîrê hikûmeta veguhêz a Iraq di navbera aliyên siyasî de rêkeftin çêbûye.

Li gorî nûçeya Rusya Today (RT) Erebî, çavkaniyeke serokomariya Iraqê îro 15ê Adarê ragihandiye ku aliyên siyasî li ser navê serokwezîrê hikûmeta nû ya veguhêz li hev kirine.

Çavkaniyê daye xuyakirin ku Serokomar Berhem Salih îşev yan jî sibe Duşemê wê serokê hikumeta qonaxa veguheztinê raspêre û wîkesê li ser li hev kirin çêbûye ku ew jî Serokê Dîwana Serokomariyê Nayîm El Suheyl e.

Sibe Duşemê li gorî destûra Iraqê, dema raspartina serokwezîrê heyama veguhêz a hikûmeta Iraqê bidawî dibe.