Encûmena Wezîran sanda ku gotûbêjan bi hikûmeta Iraqê re bike diyar kir

09 November 2022 19:55 0 dîtin
Encûmena Wezîran sanda ku gotûbêjan bi hikûmeta Iraqê re bike diyar kir

PeyamaKurd - Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê, îro 9ê Mijdarê bi seroktiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya û şanda danûstankar a ligel Hikûmeta Federal a Iraqê gotûbêjan bike hat damezrandin.

Hat ragihandin ku biryar hatiye dayîn; Wezîrê Darayî, Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî yê bi wekalet, Wezîrê Plandanînê, Serokê Dîwana Encûmena Wezîran, Sekreterê Encûmena Wezîran, Serokê Fermangeha Hevahengî û Lipeyçûnê û Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê wekî şanda danûstandina ligel Bexdayê bên erkdarkirin.

Şanda Kurdistanê wê di çarçoveya mafên destûrî û biryarên Encûmena Wezîran a derbarê dosyeyên rawestandî de, di demeke herî nêz de, dest bi gotûbêjan bikin, li ser bicihanîna karnameya hikûmeta federal û rêkeftinên siyasî yên hatine kirin ku li Parlamentoya Iraqê deng li ser wan hat dayîn.

Piştî civîna Encûmena Wezîran hatiye ragihandin, di destpêka civînê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li tîma wezarî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kir bi boneya serkeftina Kongreya 14emîn a PDKê. Piştre Wezîrê Plandanînê Dara Reşîd bi navê tîma wezarî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Wezîrê Avakirin û Niştecîkirinê Dana Ebdulkerîm bi navê Tevgera Goranê, herwiha endamên din ên encûmenê, pîrozbahî li tîma wezarî ya PDKê kirin bi boneya serkeftina karên Kongreya 14emîn a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK).

Di civînê de li ser biryareke berê ya Encûmena Wezîran a derbarê nexşerêya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo pêwendiyên nû yên navbera Hewlêr û Bexdayê, piştî pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Iraqê bi serokatiya Mihemed Şiya Sûdanî gotûbêj hat kirin.

Li ser mekanîzmaya çareserkirina kêşeyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal li ser bingeha destûrê gotûbêj hat kirin, ku wek di bernameya kar a kabîneya nû de hatiye û ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve hatiye pesendkirin, bi taybetî jî dosyeya maddeya 140 a destûrê ya derbarê navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê de, herwiha beşa budceya Herêma Kurdistanê û dosyeya petrol û gazê û beşdariya şayeste ya Herêma Kurdistanê di saziyên federalî de û mijara maf û heqên destûrî yê Pêşmerge û mijarên din ên wek projeyasayên Dadgeha Federal, Encûmena Federal û petrol û gazê.

Piştî gotûbêjkirina van mijaran, biryar hat dayîn ku şanda danûstandinê ya ligel hikûmeta federal ji bo birêzan were pêkanîn; Wezîrê Darayî, Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî yê bi wekalet, Wezîrê Plandanînê, Serokê Dîwana Encûmeba Wezîran, Sekreterê Encûmena Wezîran, Serokê Fermangeha Hevahengî û Lipeyçûnê û Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, herwiha hatin erkdarkirin ku di çarçoveya mafên destûrî û biryarên Encûmena Wezîran a derbarê dosyeyên rawestandî de, di demeke herî nêz de, dest bi gotûbêjan bikin û tekezî li cîbicîkirina karnameya hikûmeta federal û ew rêkeftinên siyasî hat kirin, ku li Parlamentoya Iraqê deng li ser wan hat dayîn.

Hat ragihandin ku di beşa duyem de ji aliyê Wezîrê Darayî û Aborî yê Herêma Kurdistanê Awat Şêx Cenab ve, pêngavên amadekirina projeyasaya budceya Herêma Kurdistanê hat pêşkêşkirin û ji bo vê mebestê jî, aliyên pêwendîdar dê werin erkdarkirin ji bo karkirina li ser vê mijarê.