Sûriye | Wê hikûmeta serdema veguhêz a Ehmed Sera ji 22 wezîran pêk bê

25 March 2025 17:03 0 dîtin
Sûriye | Wê hikûmeta serdema veguhêz a Ehmed Sera ji 22 wezîran pêk bê

PeyamaKurd - Kanala El Cezîre ragihand ku şêwr û danûstandinên damezrandina hikûmeta veguhêz a Sûriyê di bin serokatiya Ehmed Şera de temam bûn.

Hate diyarkirin ku wê hikûmeta qonaxa veguhêz ji 22 wezîran pêk bê û di pêkanîna hikûmetê de jî pisporî, teknokrasî û jêhatîbûn bingeh bê girtin.

Herwiha hate ragihandin ku di pêkanîna hikûmetê de, wê komên etnîkî û olî li derve neyên hiştin û wê li gorî pisporî û ezmûna kesayetî di hikûmetê cî bigrin.