Sûriye | Ehmed Sara: Tistên ku li welat diqewimin îmtîhanên çaverêkirî ne

09 March 2025 17:36 0 dîtin
Sûriye | Ehmed Sara: Tistên ku li welat diqewimin îmtîhanên çaverêkirî ne

PeyamaKurd – Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê Ehmed El Şara behsa şer û pevçûnên ku bi rojan e berdewam dikin, bi taybet li bajarê Laziqiyê ku piraniya wê Elewî ne. Şara da zanîn ku pevçûnên ku di nav wan de bi sedan sivîl hatin qetilkirin di nav ceribandinên li bendê de ne û got, "Divê aştiya civakî bê parastin."

Li gorî vîdyoyek ku li ser medyaya civakî belav bûye, Şara piştî ku nimêja sibê li mizgefteke taxa Mezze ya Şamê kir, li ser tundiyê daxuyanî da.

Şara di axaftina xwe de bal kişand ser pevçûnên li Laziqiyê û bajarên din ên peravê û banga bihevrebûn û yekîtiyê li gelê Sûriyeyê kir.

"Tiştên ku li welêt diqewimin ceribandinek bendewar e, divê em aştiya civakî biparêzin"

Di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya hevgirtina civakî tevî zehmetiyên ku welat tê re derbas dibin û wiha got:

Tiştên ku li welêt diqewimin ceribandinên li bendê ne, di vê de tiştekî sosret tuneye. Divê em yekîtiya neteweyî biparêzin û aştiya civakî biparêzin. Înşallah em karibin bi hev re li vê welatê xwe yê pîroz bijîn."

"Ev şoreş ji mizgeftan çêbû"

Şara got, "Heta ku em karibin li vî welatî bi hev re bijîn, em ê bijîn. Û şoreşa ku ji van mizgeftan derketiye holê, exlaq, cesaret, comerdî û edaletê hînî zarokên me kir. Ji ber vê yekê ji bo Sûriyeyê ti tirs nîne."

“20 sal berê me nikarîbû li vê mizgeftê nimêj bikin”

Ehmed Şara vê kêliyê weke yek ji wan kêliyên herî mezin di jiyana xwe de bi nav kir û bi bîr xist ku beriya 20 salan dema ku nimêj dikir, cimaet di tirsa girtin û şopandinê de bû.

"Dema ku me 20 sal berê li vir nimêj dikir, me li dora xwe dinêrî û em ditirsiyan ku em her kêliyê bên girtin an jî me bişopînin. Lê me rêyek hilbijart û em vegeriyan Şamê, spas ji Xwedê re ku ev veger da me."