Rûsyayê ji ber gotinên Biden bangî balyozê Amerîkayê kir

21 March 2022 21:37 0 dîtin
Rûsyayê ji ber gotinên Biden bangî balyozê Amerîkayê kir

PeyamaKurd – Rûsyayê ji ber gotinên Serokê Amerîka Joe Biden ên derbarê Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn de ku ew wekî tawanbarê şer dabû nasandin, bangî balyozê Amerîka yê Moskowê kir.

Hat ragihandin ku îro Duşemê Wezareta Derve ya Rûsyayê bangî balyozê Amerîka yê Moskowê kiriye.

Li gorî zanyariyan Rûsyayê bangî balyozê Amerîka kiriye û hişyar daye ku ew dê ji ber gotinên dijminane bersiveke tund bidin.