Rûsyayê ji gotinên Biden ên li ser ‘Hamas û Pûtîn’ re bertek nîsan da!..
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden, doh 19ê Cotmehê di gotara xwe ya netewî de, piştgiriya tam a Amerîkayê bo Îsraîlê ragihandibû û gotibû, "Hamas jî Pûtîn jî gefên cuda ne, lê aliyên wan ên hevpar hene ku herdu jî hewl didin cîranên xwe yên demokratîk ji holê rabikin.”
Herwiha Joe Biden dabû zanîn, ew ti carî rê nadin teroristên wekî Hemasê û dîktatorên wekî Pûtîn bi ser bikevin.
Li ser van gotinên Biden, îro 20ê Cotmehê Berdevkê Koşka Serokatiya Rûsyayê Kremlînê Dmitriy Peskov, bertek nîşan da.
Li gorî ragihandina Reutersê Peskova got ku ew wan gotinên Biden qebûl nakin û rewşa heyî xwedî xeteriyên mezin e di nav civaka navdewletî de û eger Îsraîl operasyona bejahî li Xezayê bide destpêkirin, dê welatiyên rûsî jî rûbirûyî gefê bibin.
Peskov diyar kir ku ew daxuyaniya Biden di derheqa Federasyona Rûsyayê û Serokê wê de, qebûl nakin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin