Pakistanê gotinên Biden red kir û gazî balyozê wan yê Pakistanê kir

15 October 2022 22:16 0 dîtin
Pakistanê gotinên Biden red kir û gazî balyozê wan yê Pakistanê kir

PeyamaKurd – Li gor ragihandina çapemeniyê ya Pakistanê, serokê Amerîkayê Joe Biden di axaftinekî xwe de ji bo Afxanistanê gotiye:

“Yek ji welatên ku xwediyê çekên nukleeriye û rêbazeka wê tine û herî talûkeye Pakistan e.”

Li ser van gotinên Biden, Pakistanê gotinên Biden yên di derbarê çekên nukleerî de red kir û bangî balyozê Amerîkayê yê Îslambadê Donald Blome kir da here wezareta karên derve ya Pakistanê kir.

Wezareta karên derve ya Pakistanê ji balyozê Amerîkayê Blome re gotiye ku van îfadeyan eslê wan tineye, li ser van gotinan Pakistan xeyalên wê şikestine û di mijarê de bi endîşe ye.

Wezîrê karên derve yê Pakistanê Bilaval Butto Zerdari li bajarê Karaçiyê ragihandiye ku gotinên Biden wan şaş kiriye û mijarê bi serokwezîr Şahbaz Şerîf re axifiye. Hem ragihandiye ku wan gotinan nabe ku li ser têkiliyên Amerîka û Pakistanê bandorekî neyînî bikin.

Zerdarî ragihandiye ku eger pirsgirêkekî wan yê nukleerî hebe wê bi Hindistanê re hebe û îşareta avêtina fuzeya supersonik ya ser Pakistanê ji aliyê Hindistanê de bi şaşî hatibû avêtin, kir.