Sanda Amerîkayê, peyamên Biden gihandin Serok Barzanî
PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî îro, pêşwaziya Alîkara Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê ya Karûbarên Rojhilata Navîn Barbara Leaf û şanda ligel wê hatibû, kir. Di derbarê hevdîtina hat kirin de hat ragihandin ku Serokê Amerîkayê Joe Biden, hin peyam ji bo Serok Barzanî şandine.
Barbara Leaf û şanda ligel wê ku Balyoza Amerîkayê ya Iraqê Alina Romanowski û Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê Hewlêrê Ervin Hicks Jr, ligel Serok Barzanî hevdîtinek kir.
Di derbarê hevdîtinê de hat ragihandin ku Serokê Amerîkayê Joe Biden, silav ji bo Serok Barzanî şandiye û hatiye ragihandin ku Biden bi giringiyeke mezin li Herêma Kurdistanê dinihêre. Hat diyarkirin ku Biden Herêma Kurdistanê jî yek ji karên pêşîn ên siyaseta derve ya welatê xwe dibîne û tekez kiriye ku serwerî û aramiya Herêma Kurdistanê û Iraqê, ji bo aramî û pêşketina navçeyê, bingehek e.
Di dewama agahiyên li ser hevdîtinê de hatin ragihandin de hat diyarkirin ku Biden, derbirîna pêzanîna xwe ya ji bo rola Serok Barzanî ya di çareserkirina pirsgirêkan a li ser bingeha destûrê jî ragihandiye. Her wiha hat ragihandin ku ji Serok Barzanî daxwaz kiriye ku bi hîkmet û bandora xwe, rola xwe ya ji bo çareserkirina pirsgirêkan û nehîştina xitimandina siyasî, zêdetir bi kar bîne.
Li ser nirxandinên Serok Barzanî jî hat ragihandin ku di hevdîtinê de Serok Barzanî silav û rêzên xwe pêşkêşî Biden kirine û di derbarê rewşa siyasî ya Iraqê û sedemên xitimîna siyasî ya Iraqê de agahiyan parve kirine.
Hat diyarkirin ku Serok Barzanî tekezî kiriye ku çavkaniya pirsgirêk û qeyranên siyasî yên Iraqê vedigere nebûna pabendiyê ya Bexdayê ya bi destûrê, nemane bingeha şeraket, hevsengî û lihevkirina proseya siyasî her wiha rêznegirtina li encamên hilbijartinan û proseya siyasî.
Her wiha Serok Mesûd Barzanî ragihand ku pêwîst e babetên sereke yên di navbera Herêm û Bexdayê de di çarçoveya destûrê de bên çareserkirin û her rêkeftin û pêkhatinek divê li ser binemeya destûrê bi awayekî zelal û cidî bê kirin. Hat ragihandin ku Serok bi berdewamî diyar kiriye ku divê li Iraqê ji bo çareseriya pirsgirêkan, ferhenga hevqebûlkirinê hebe û nabe ku tu aliyek hewila tunekirina aliyekî din bide û divê rêz li destûrê bê girtin.
Li ser hilbijartinên pêşwext jî nirxandin hatine kirin û hat zanîn ku Serok Barzanî gotiye ku
“Bi şertê ku binesaziya siyasî û yasayî jê re bê kirin û tu alî û pêkhate neyên pewazxistin û rêz li encamên hemû hilbijartinên ku hatine kirin, bê girtin, em ne li dijî encamdana hilbijartinên pêşwext in.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin