Sah Ebdullah ji bo nîsandana dostaniya Amerîkayê spasiya Joe Biden kir

20 July 2021 20:22 0 dîtin
Sah Ebdullah ji bo nîsandana dostaniya Amerîkayê spasiya Joe Biden kir

PeyamaKurd – Şahê Urdinê Şah Ebdullahê Duyem, serdana Amerîkayê kir û li Koşka Spî bi Serokê Amerîk Joe Biden re civiya.

Di hevdîtina doh 19ê Tîrmehê ya Biden û Ebdullah de ku behsa xurtkirina pêwendiyên navbera Emman û Washingtonê  hat kirin ku di dema serokatiya Donald Trump de ew pêwendî hinekî sar bibûn.

Di hevdîtinê de Şah Ebdullah spasiya Joe Biden kir, ji ber alîkariyên Amerîkayê yên ji bo Urdunê û bi taybet alîkariyên wî welatî yên ji bo rûbirûbûna vîrusa koronayê.

Şah Ebdullah got: “Birêz Serok, gelek spas bo vê dostatiya wek her car te nîşan da. Her wek te bi xwe jî amaje pê kir, çend deheyek beriya niha min şerefa wê yekê hebû ku li gel bavê xwe, ten as bikim. Lewra ev ji bo min gelek cihê kêfxweşiyê ye ku îro ez te di vê pêgehê de bibînim û spasiya te bikim bo vê dilovaniya ku te herdem bo min û welatê min nîşan daye.”

Şahê Urdunê destnîşan kir: “Em herdem weke du hevbeşên bihêz bi hev re xuya dikin. Me, wek te jî got, gelek zehmetî li beşa xwe ya li cîhanê heye. Wiha bawerim gelek ji me li beşa xwe li cîhanê amade ne, li şûna Amerîkayê wê erkê werbigirin. Hûn herdem dikarin pişta xwe bi min û welatê min û hejmareke zêde ya hevkarên me girêbidin, ku em dikarin bi serkirdatiya te gelek tiştan bikin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, di 22 salên desthilatdariya xwe de, serokên Amerîkayê, Şah Ebdulah wek kesekî miyanrew û Urdun jî wek hevpeymaneke bawerpêkirî ya welatê xwe dîtine, lê Trump di çar salên serokatiya xwe de, kêmtir ji berê girîngî dida pêwendiyên navbera herdu welatan.