Balyozxaneya Amerîkayê spasiya Nêçîrvan Barzanî kir

04 August 2023 13:00 0 dîtin
Balyozxaneya Amerîkayê spasiya Nêçîrvan Barzanî kir

PeyamaKurd – Balyozê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê bi îşaretkirina posta Serokatiya Herêma Kurdistanê ya li ser merasima ku duh bi boneya 9emîn salvegera komkujiya Êzîdiyan li Hewlêra paytext hat lidarxistin, spasiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.

Di parvekirina Balyozxaneyê de ev gotin hatin bikaranîn:

“Spasiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dikim ji bo piştevaniya we bo gelê Êzîdî û serkirdayetiya we di parastina dadperwerî û berpirsyariya Êzîdiyên rizgarkirî de. Êzîdî beşeke girîng a pêkhateyên cihêreng ên Herêma Kurdistana Iraqê ne û tolerans û ji hev têgihiştinê wê bibe sedema Herêma Kurdistanê aştiyanetir, berfirehtir û geştir.”

Ji aliyê din ve Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller di daxuyaniya xwe ya bi boneya vê rojê de got, "Piştgiriya me ya ji bo Kurdên Êzîdî neguheriye. Dema em vê rojê bibîr tînin, em ji bo edalet û hesabpirsîna ji bo kesên ku ji bo gelê Êzîdî têdikoşin û ji ber ol û baweriyên xwe mexdûr bûne dixebitin.”

Herwiha Miller bang li Hewlêr û Bexdayê kir ku peymana Şingalê pêk bînin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê ji bo asayîkirina rewşa Şingalê di meha 2020an de rêkeftinek îmze kirin.