Nêçîrvan Barzanî spasiya Amerîkayê kir
PeyamaKurd - Şanda Kongresa Amerîkayê ku îro serdana Başûrê Kurdistanê kir, piştî civîna ligel Serokwezîr Mesrûr Barzanî, bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re kom bû.
Şanda Kongrêsa Amerîkayê ya bi serokatiya Adam Smith, Serokê Komîteya Hêzên Çekdarî li Kongrêsê de ji Mark Tuller, balyozê Amerîkayê li Bexdayê û hejmareke berpirsên Amerîkayê li Herêma Kurdistanê û Iraqê pêk tê li Kurdistanê ye û civînên xwe yên bi rayedarên Kurdistanê berdewam dikin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şanda Kongra Amerîkayê di civînê de rewşa Iraqê û xwepêşandanên berdewam dikin gotûbêj kirine û li ser sedemên encamdana xwepêşandanan, daxwazên xelkê ku li kolanan e û dahatûya siyasî û rewşa ewlehiya li Iraqê rawestiyane.
Di civînê de pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û diyaloga çareserkirina pirsgirêkan, rewşa herêmên Kurdistanî yên derveyî îdareya Kurdistanê, metirsiya ji nû ve serîhildana DAIŞê û çawaniya rûbirûbûna wê û rola Amerîkayê ji bo alîkariya di wê mijarê de, hatin axaftin.
Şanda Kongreya Amerîkî li demeke wisa pêk hat ku sibe kombûnên girîng li Hewlêrê bi amadebûna Serokomarê Iraqê Berhem Salih, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq û serokên hemû partiyên siyasî birêve biçin.
Nêçîrvan Barzanî di civînê de destnîşan kir, Herêma Kurdistanê girîngiyê dide peywendiyên bi Kongresa Amerîka re û spasiya xwe kir ku herdem piştgîriyê li Herêma Kurdistanê kirine.
Barzanî herwiha bal kişand ser ku bi taybetî di şerê dijî terorê de Amerîkayê hevkariya Herêma Kurdistan û Iraqê kiriye û roleke mezin di têkşikandina DAIŞê de dîtiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin