Balyozê Bangladesê vexwendnameya Serokê Bangladesê gihand Nêçîrvan Barzanî

23 September 2021 19:26 0 dîtin
Balyozê Bangladesê vexwendnameya Serokê Bangladesê gihand Nêçîrvan Barzanî

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 23yê Îlonê li Hewlêrê pêşwazî li Balyozê nû yê Bangladeşê li Iraqê Mihemed Fezil Elbarî û şandeya pê re kir.

Balyozê nû yê Bangladeşê Mihemed Fezil Elbarî ragihand, Serokê Bengladeşê bi fermî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî vexwendiye welatê xwe û nameya vexwendinê radestî Nêçîrvan Barzanî kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, “Di hevdîtinê de Serok Nêçîrvan pîrozbahiya destbikarbûnê li Balyozê Bengaleşê kir û hêviya serkeftinê di erkê nû de jê re xwest û piştevaniya Herêma Kurdistanê ji bo serxistina erk û karên wî nîşan da.”

Serokê Herêma Kurdistanê tekezî li ser pêşvebirina pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Bengladeşê di warên cuda cuda de kir û bal kişand li ser çalakbûna destê karê Bengladeşî li Herêma Kurdistanê.

Di daxuyaniyê de tê gotin, “Balyozê Bangladeşê silav û rêz û vexwandina serokê welatê xwe ya ji bo serdana Bengladeşê pêşkêşî Serok Nêçîrvan Barzanî kir û spasiya xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ji bo pêşwazî û hevkariya wan ya li gel destê karê Bengladeşî.”

Balyozê Bangladeşê Mihemed Fezil Elbarî, di beşek din a hevdîtinê de, tekezî li ser pêşvebirina pêwendiyên welatê xwe li gel Iraq û Herêma Kurdistanê di hemû waran de, bi taybetî jî di warê bazirganiyê de kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Bengladeşê yê li Iraqê, hilbijartinên Iraqê, rewşa koçberan li Herêma Kurdistanê û Bengladeş, pêwîstiya vekirina nivîsîngeh an Konsolxaneya Bengladeşê li Hewlêrê gotûbêj kirin.