Mesrûr Barzanî pêswaziyê li Balyozê Bangladesê kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro, bi mebesta bidawîbûna erka wî pêşwaziyê li Balyozê Bengladeşê yê Iraqê Mihemed Fazlûlbarî kir.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, bi mebesta xatirxwestinê Balyozê Bangladeşê yê Iraqê Mihemed Fazlûbarî qebûl kiriye.
Di daxuyaniya hikûmetê de hate diyarkirin ku hevdîtinê de di derbarê pêşxistina pêwendiyên dualî yên di warê aborî û bazirganiyê de danûstadin hatine kirin.
Li gorî daxuyaniyê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Balyozê Bengladeşê kir ku kar ji bo bihêzkirina peywendiyên di navbera her du welatan de kiriye û hêviya serkeftinê di erkê wî ya sibeerojê de jê re xwest.
Balyozê Bengladeşê jî di hevdîtinê de pêzanînên xwe ji bo hevkarî û hevahengiya baş ya aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Balyozxaneya welatê wî re nîşan da.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin