Mesrûr Barzanî îro bi Balyozê nû yê Bangladesê re civiya
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Şemiyê 25ê Îlona 2021ê, bi Balyozê nû yê Bangladeşê yê li Iraqê Mihemed Fezlulbarî re civiya.
Di hevdîtinê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiya destbikarkirinê li Balyozê nû yê Bangladeşê kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest di erkên wî de ji bo pêşxistina pêwendiyên Bangladeşê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê.
Balyozê Bangladeşê, spasiya hevkarî û hemahengiya hikûmet û xelkê Herêma Kurdistanê kir ligel rewenda Bangladeşî ya li Herêmê û daxwaza welatê xwe jî ji bo pêşvebirina zêdetir a pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê nîşan da.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin