Vê hefteyê hinardeya petrola Kurdistanê ya bi ser Tirkiyê de dest pe dike

17 April 2023 20:40 0 dîtin
Vê hefteyê hinardeya petrola Kurdistanê ya bi ser Tirkiyê de dest pe dike

PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî got ku vê hefteyê hinardeya petrola Kurdistanê bi rêya Bendera Ceyhan a Tirkiyê dest pê bike.

Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Sudanî di bernameya televizyona Rûdawê de eşkere kirB “Şîrketa Bazirganiya Petrola Iraqê (SOMO) dê îro bi kompaniyên petrolê dikirin re girêbestekê îmze bike û di vê hefteyê de hinartina petrolê dîsa dest pê bike. Tenê pirsgirêkên teknîkî mane, ji bo jinûve hinardekirinê wê ji hikûmeta Tirkiyeyê re name bê şandin.”

Sudanî li ser dabînkirina mûçeyên xelkê Kurdistanê jî got ku ew erkê serekî yê hikûmeta Bexdayê ye û ew pabendî rêkeftinên di navbera her du aliyan de ne.

Li aliyê din Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê sibe 18ê Nîsanê bi kompaniyên petrolê yên ku li Herêma Kurdistanê kar dikin re dicive û derbarê destpêkirina berhemanîn û hinartina petrolê wê gotûbêjan bike.