Medyaya Tirkiyê: Kadroya YPGê Sîham Mislih li Eyn Îsayê hat kustin
PeyamaKurd – Medyaya Tirkiyê da zanîn ku kadroya YPGê Sîham Mislih ya bi navê "Mizgîn Kobaniyê" tê nasîn li Eyn Îsayê ji aliyê Îstixbarata Neteweyî ya Tirkiyê (MÎT) ve hatiye kuştin.
Ajansa fermî ya hikûmeta Tirkiyeyê diyar kir, Dezgeha Hawalgirî ya Tirkiyeyê (MÎT) li dijî YPGê operasyoneke taybet kiriye û yek ji berpirsên YPGê yên li Eyn Îsayê Siham Mislih kuştiye.
Hat ragihandin, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) canjidestana endama Yekîneyên Parastinê yên Jinê (YPJ) û fermandara HSDê Siham Mislih (Mizgîn Kobaniyê) beriya çar mehan ragihandibû.
HSDê di daxuyaniya xwe de eşkere kiribû, fermandara wan Mizgîn Kobanî roja 2ê Tîrmeha 2022an di encama êrîşeke dronî ya Tirkiyê de li Reqayê can daye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin